Li Girê Spî welatiyekî din bi guleyên artêşa Tirkiyeyê birîndar bû!

Li Girê Spî welatiyekî din bi guleyên artêşa Tirkiyeyê birîndar bû!

12:57:35

 

Rojava News:  Hat ragihandin ku li bajarê Girê Spî yê Sûriyeyê welatiyekî din bi guleya leşkerên artêşa Tirkiyeyê birîndar bû.

Li gorî zanyariyên berdest şevêdin li Girê Spî dema welatiyê bi navê Mihemed Resûl (32) erdê xwe yê li gundê Til Findirê ku 7 km dikeve rojavayê Girê Spî û nêzî sînorê Tirkiyeyê ye av dida, ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyeyê ve hat gulebarankirin. Di encamê de Mihemed ji herdu piyên xwe birîndar bû.

Li ser buyerê şêniyên herêmê Mihemed rakirin nexweşxaneyê û heya niha li wir tê dermankirin