Amerîka 8 helîkopter û leşkeran dişîne Kurdistanê!

Amerîka 8 helîkopter û leşkeran dişîne Kurdistanê!

13:05:40

 

Rojava News: Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê roja duşemê diyar kir ku ew ê 410 milyon dolar alîkariyê bidin Pêşmergeyan û dê 8 helîkopterên Apache û 200 leşkerî bo perwerdekirina pêşmergeyan bişîne.

Fermandarê Pêşmergeyan Kogeneral Jabar Yavar, diyar kir ku ev alîkarî dê tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê werin bikaranîn.

Herwiha hat diyarkirin ku ev alîkarî dê ji bo dayîn muçeyên pêşmergeyan û kirîna alavên leşkerî jî werin bikaranîn.

Ji aliyekî din ve, şandeyeke kurdan hefteya borî serdana Washingtonê kiribû û daxwaza alîkariyên zêdetir kiribû.