13:09:56
Rojava News: Wezîrê Herêmên Kurdî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Nasradîn S. Mistefa, derbarê madeya 140î, operasyona Mûsilê û bûyerên dawî yên Herêma Kurdistanê bersiva pirsên nûçegihanê ajansa Spûtnîk Kurdistanê dan.
Nasradîn S. Mistefa di bersiva pirsa referandumê de got:'Ya rastî referandum mafê kurdan ê xwezayî ye, tu niyeta me tuneye ku em dev ji referandumê berdin û em ê vî mafî bi dest bixin. Kurd miletekî herî mezine li cihane ku bêdewlet e. Li gorî makezagona Iraqê jî ev mafekî xwezayî ye.'
Hikumeta Bexdayê ji bo mijara 140î çareser neke pirsgirêkên cûda derdixîne
