Til Temir: PYDê bi zorê nivîsgehên PDKSê û Yekîtî daxistin!

Til Temir: PYDê bi zorê nivîsgehên PDKSê û Yekîtî daxistin!

 

00:36:26

 

Rojava News: Asayişa  bi ser PYDê tê nasîn bi zora çekan nivîsgehên herdu Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriyê (PDKS) û PArtiya Yekîtiya Kurd bi zora çekan li bajarê Til Temir li Kurdistana Rojava daxistin.

Li gor zanyariyên hatine wergirtin hêzên  asayîşê yên bi ser  PYDê seet 18.00 ê îşev  bi zora  nivîsgehên her dû partiyan bê ku sedemekê bidin diyarkirin daxistin.

Berî niha jî hejmarek mezin ji şax û ofîsên partiyên Kurdî bi fermana Asayişa PYDê hatine girtin, ew partî jî partiyên endamin di encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) ne.

Herwiha hejmarek serkirdeyên heman  partiyan rastî pirsgirêk û aloziyên  PYDê hatine.