6:28:43 PM
RojavaNews: Çar welatiyên kurd ji bajarî Efrînê li ser destê cendirmeyên Tirkiyê yên sînorî birîndar ketin .
Li gorî agahiyên ku herdû welatiyên bi navê mihmed Nasir û amir Dexîl ku bixwe xelkê gundê Mîdan akbis yê bi ser Efrînê ve, hewl didan ku ji Rojavayê kurdistanê derbasî bakurê kurdistanê bibin, rastî guleyên cendirmeyên Tirkiyê yên sînorî hatin, û di encam de herdû welatî birîndar ketin .
Di heman demê de dema ku herdû welatiyên bi navê Idrîs Hisên û Mihmed Şêxo, ku bixwe xelkê gundê draqilya yê grêdayê bi navçeya Şera ya Efrînê ne, hewl didan ku derbasî bakurî kurdistanê bibin , cendirmyên Tirkiyê bi tûndî li wan dan, û ew îşkence kirin, û di encam de herdû welatî bi giranî birîndar ketin .
Li gorî agahiyan niha herçar welatiyên birîndar di nexuşxaneya Afrîn ya Efrînê têne dermankirin .
