10:38:32
Rojava News: Heyeta Sererkaniya Kanadayê ji bo 3 baregehên leşkerî yên NATOyê li Herêma Kurdistanê ava bikin û lekolîn û hevdîtinan diçin Hewlêrê.
Hat ragihandin ku heyeteke Serokomariya Kanadayê ji bo 3 baregehên leşkerî yên NATOyê li Herêma Kurdistanê ava bikin, lekolîna cih û hevdîtinan bi rayedarên kurd re bikin diçin Hewlêrê.
Li gorî nûçeya ajansa BasNewsê ku ji çavkaniyekî tarybet wergirtiye, di nava hefteya pêşiya me de heyeteke ji Sererkaniya Kanadayê ku ji berpirsyaran pêk tê dê serdana Herêma Kurdistanê bikin. Li gorî daxuyaniya çavkanî, heyeta kanadayî ji bo 3 baregehên leşkerî yên NATOyê li Kurdistanê ava bikin dê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re dan û standin pêk bînin.
Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got:'Rêxistina NATOyê ji bo 3 baregehên leşkerî li Deşta Herîr, Etrûş û li herêma Mexmûrê ava bike dê xebatên fizibîteyî bidin meşandin.
