10:54:50
Rojava News: Rêveberiya Amerîkayê bersiv da daxwazên Herêma Kurdistanê û biryar da ku raste rast alîkariyê bişîne bo Hêzên Pêşmerge.
Di vê çarçoveyê de Wezareta Berevaniya Amerîkayê bûtçeyek 415 milyon dolar bo Hêzên Pêşmerge terxan kir. Li ser vê yekê tê çaverêkirin ku şandek ji Wezareta Berevaniya Amerîkayê bigehe Hewlêrê û ligel berpirsên Wezareta Pêşmerge hevdîtinan bike.
Rêveberiya Amerîkayê li aliyekî dixwaze Hewlêr û Bexdayê lihev nêzîk bike û ji aliyê din ve jî biryar da ku resterast alîkariya aborî û leşkerî bide Hêzên Pêşmerge. Di vê çarçoveyê de şandek ji Wezareta Berevaniya Amerîkayê serdana Hewlêrê dike. Li gor rayedarên amerîkî wê Washington 450 milyon dolar alîkarî bide Peşmerge.
