11:45:30
Rojava News: Di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên bi ser rejima Sûriyê û Hêzên YPGê li Qamişlo, ku rojên 20-21ê vê mehê de derketibû hejmarek kes birîndar û şehîd ketin.
Berê biryar hatibû stendin ku roja sêşemmê rêûresma veşartina şehîdên Qamişlo pêk hatibûna, lê bi sedema neamadebûna wan rêûresman, veşartina şehîdan hate derengxistin bo roja çarşemê îro.
Îro dane sibehî bi kerwananekê şehîdên Qamişlo ber bi goristanê ve birin.
Hejmara cenazeyan 29 şehîd in, ku di encama şer û pevçûnên 20-21ê vê mehê de bûne şehîdên Qamişlo.
