6:20:50 PM
RojavaNews: Sendîkeya Rojnemevanên kurdistan Sûriya daxuyaniyek belavkirin, û têde şewtandina Avahiya radyo arta li bajarê Amûdê şermezarkirin .
Di wê daxuyaniyê de sandîkeya Rojnamevanên kurdistan Sûriyê ragehandin, ku ev ne cara yekêye ku astengî ji aliyê destihlata ewlihî ya bi ser birêveberiya xweser beramber karmendên radyo arta derdixînin, tevî ku arta ruxsetkirî ye û daxwaz ji aliyên pêwendîdar kirin, ku lîkolînekê derbarê vê kiryarê çêkin û herwiha daxwazkirin , ku tewanbarên vê kiryarê bêne dadgehkirin .
Hêjayî gotnêye ku sandîkeya rojnamevanên kurdistan Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwede gotin, ku estengiyên ku derheqê ragehankaran de der dikevin nikarn rastyê veşêrin û nikarin hêviyê xelkê bi pêşerojeke geştir bi kujin û saxlemî ji karmendên arta re xwestin .
