11:19:56
Rojava News: Moşekên ku ji Suriyê, ji herêma DAÎŞê tên avêtin di dilê xelkê Kilisê de dibe sebeba tirs û endîşeyê. Heta niha moşekên ku hatine avêtin bûye sebeba mirina 17 kesan. Heta niha 61 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyên ku bi dest ketin ji sedî 30ê xelkê Kilis berê xwe dane herêmên ewletir. Li bajêr perwerde hema bêje sekiniye. Xwendekar naçin dibistanan û mamoste jî ji bo bajarên din tayîna xwe dixwazin.
Piştî ku şerê navxweyî yê li Suriyê dest pê kir bi hezaran xelkê Suriyê hatin Kilisê. Niha hejmara xelkê Suriyê ji xelkê Kilisê zêdetir e. Nifûsa Kilisê berî şer 93 hezar bû lê piştî şer 130 hezar penaber hatin Kilisê.
Di rojên dawî de ji herêma di bin desthilatdariya DAÎŞê de bi dehan moşek hatin avêtin. Di encama teqîna van moşekan de gelek insan mirin gelek insan jî birîndar bûn.
Piştî moşekên dawî xelkê Kilisê hêdî hêdî ji bajêr derdikevin û koç dikin. Heta niha 40-50 hezar nişteciyên Kilisê ji bajêr derketin.
