Rojava News: Li bajarê Qamişlo li rêbenda asayîşê teqînek bi hêz rû da.
Li bajarê Qamişlo îro danê sibê saet 08.45’an li durêyana Xelîç-Hîzamê teqînekê rû da. Teqîn li rêbenda asayîşê pêk hat û li gor agahiyên destpêkê 4 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor agahîyên ku bi dest ketine teqîn bi reya xwekujekî ve pêkhatiye û êlegê bombekirî li ber wî de buye.
Heta naha tu aliyekî berpirsyariya fermî ya çalakiyê ranekiriye serxwe, lê guman tê kirin ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve çalakî hatibe pêkanîn.
