Rojava News: Piştî aloziyên Bexdayê û êrişa xwepêşanderan li ser Parlamentoya Iraqê, parlamenterên Ereb ên sunî çûne Hewlêrê û di dema gihîştina Hewlêrê de secdeya sikrê kirin.
Piştî ku xwepêşandêr û alîgirên Sedr êrişî navçeya kesk li Bexdayê kirin û dest danîn ser avahiya Parlamentoya Iraqê, hejmarek ji parlamenterên Yekîtiya Hêzên Iraqê ku sunî ne û nêzîkî Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî ne, xwe bi rêya balafirxaneya Bexdayê gihandin Hewlêrê.
Li gorî çavkaniyên herêmî çend parlamenterên sunî gihîştin Hewlêrê. Dema li balafirxaneya Hewlêrê daketin secdeya şikrê kirin ku bi saxlemî ji destê xwepêşanderan filitîn.
Parlamenterê Kurd Salim Şebek li Balafirxaneya Hewlêrê ya Navneteweyî ragihand ku ji ber merasîmên Îmam Qasim parlamenterên Şîe nehatibûn parlamentoyê, lewra jî rêjeya yasayî temam nebû, ev jî bû sedem ku civîna parlamentoyê neyê sazkirin û alozî pêk bên.
Li gorî zanyariyên berdest beşek ji parlamenteran di du geştên cuda de gihîştin Balafirxaneya Hewlêrê ya Navneteweyî, hejmareke din jî rasterast ji Bexdayê çûne Silêmaniyê.
