Hêzên Pêşmerge rizgarkirina gundê Beşîrê ragehand

Hêzên Pêşmerge rizgarkirina gundê Beşîrê ragehand

Rojava News: Operasyona kontrolkirina gundê Beşîr berdewam e û Hêzên Pêşmerge li gel Beşîrê gundekî din jî kontrol kirin.  

Duh 30.04.2016 ber bi serê sibê, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi piştîwaniya balefirên şer ên hêzên hevpeyman, êrîşekî berfireh kirine ser gundê Beşîr ê Tirkmenî û di heman rojê de zêdetir ji nîwê gund hatibû rizgar bikin.

Îro 01.05.2016 Pêşmergeyên Kurdistanê ragehand gundê Beşîrê bi temanî hatiye rizgarkirin. Di derbarê mijarê de fermandarê hêzên Pêşmerge Westa Resûl ji K24ê re axift û diyar kir: ‘’Di rizgarkirina gundê Beşîrê de tu hêzekî dervey hêza Pêşmergeyên Kurdistanê beşdar nebuye. Herwaha di operasyonê de gelek çekdarên DAIŞê hatine kuştin û termên wan di destê hêzên Pêşmerge de ne.’’

Di derbarê ziyanên hêzên Pêşmerge de jî Westa Resûl diyar kir; ‘’Di şerê 2 rojên derbasbuyî ya rizgarkirina gundê Beşîrê de 2 Pêşmerge şehîd bune û 7 Pêşmerge jî birîndar bune.’’

Di derbarê DAIŞê de jî Westa Resûl ragihand ku rêxsitin li wê navçeyê bi awayekî tund li berxwe da, lê belê Pêşmerge ew şikandin û gelek gund û navçe kontrol kirin.

Duh hêza Pêşmerge operasyoneke berfireh dest pêkirin ji bo rizgarkirina gundê Beşîr û bi kêmtir ji 24 saetan hêza Pêşmerge gund ê Beşîr rizgar kirin.

Gundê Beşîr ku bi durahiya 20 kîlometro, dikeve başûrê Kerkûkê û ji wir ve çekdarên  DAIŞê her tim Xuramtû bombebaran dikirin û gelek caran bi çekên kîmyewî êriş pêk tanîn.

Herwiha ev gund ku piranî ya wan tirkmen in û hêzên Heşdî Şebî berê çend caran xwestibûn rizgar bikin û 20 êriş biribûn ser lê wan nekarîbûn rizgar bikin