Opozisyonê Efrîn bi roketên Girad topbaran kir

Opozisyonê Efrîn bi roketên Girad topbaran kir

Rojava News: Hêzên Opozisyona Sûrî, duh êvarî, ji bargehên xwe di nexweşxaneya Izazê û derdorê gundê Merîn de, taxên gundên (Qetmê, Qestel Cindo, Baflonê)yên ser bi serbi navçeya Şer li gundewarê Efrînê topbaran kirin.

Li gorî nuçeya malpera Qasîonê;  Topbarana Opozisyonê bi avêjokên Hawin, û Roketên Girad bû, û di encamê de ziyanên madî hebûn.

Tê zanîn ku alozî di nav Yekîneyên Parastina Gel “YPG”ê û Hêzên Opozisyona Sûrî de, li gundewarê Helebê yê bakur ji beriya demekê derketin, di dema ku Hêzên Sûriya demoqratîk yên YPGê endameke sereke ye tê de, hin gund û bajarokê kontirol kirin di pevçûnên himber Opozisyonê de.