6:30:52 PM
RojavaNews: Beriya du rojan welatiyeke kurd dema ku di nav zeviyên xwe de, li nêzîkî sînorê Tirkiyê kar dikir rastî goleyên çendirmeyên Tirkiyê hat ,û ji lingê xwe birîndar bû û hat veguhestin ji bo nexuşxaneya alislam li bajarê Qamişlo .
Li gorî agahiyên hatine bi destxistin ku welatiya bi navê Meryem Sehîd ya temen 40 salî, ku bixwe xelka bajarê Qamişlo rastî guleyên cendirmeyên Tirkiyê hat dema ku di nav zeviyên xwe de kar dikir, û bilingê xwe birîndar bû û piştî ku hat dermankirin careke din vegeriya nav zeviyên xwe, û dest bi karê xwe kir ta ku pêdawîstiyên malbata xwe ya ku ji pênc zarokan pêk tê dabîn bike bê ku armanckirina wê ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve bibe sedemek ku ji karê xwe dur bikeve.
