11:28:17
Rojava News: Li Efrînê, topbaran berdewam e, ku ji aliyê çekdarên ser bi dijbereya Sûrî ve pêk tê.
Li gorî zanyariyên xwecihî, ji nahiyeya Şera, çekdarên ser bi dijbereya Sûrî heta niha 6 rokêtên Grad avêtine gundê Qetme yê ser bi nahiyeya Şera.
Hate ragihandin ku di encamê de, ti ziyanên mezin nebûne, lê her topbaran berdewam e.
Hevdem topbaran bi ser gundên Qestel Cindo û Dîmikdaş de berdewam e.
