Rojava News: Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya Taybet li Twitter nivîsiye, destxweşî li serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bereya Tilsiqûf, Başîk, Naweran û Guwêr kir.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya Taybet li Twitter nivîsiye, destxweşî li serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bereya Tilsiqûf, Başîk, Naweran û Guwêr kir.
Di beşekî din de ji peyama xwe Mesrûr Barzanî gotiye: “Pêşmergeyên Kurdistanê baştirîn hêviya dinayê ye jibo têkşikandina çekdarên DAIŞê, herwiha pêwîste ku Hevpeymaniya Navdewletî Pêşmergeyan dil rast bike ku, ew dê ji DAIŞê pirçektir bibin.”
Herwiha nivîsiye: “Ez destxweşiyê li Pêşmerge û fermandeyên qehreman dikim ku di êrîşa îro de çekdarên DAIŞê têkşikandin û nîşan dan ku Kurdistan dê bibe goristana têrorîstan.”
Ji aliyekî din ve Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê serxweşî ji malbatên şehîdan re xwest ku xwe dikin bi qurbaniya Kurdistanê û gotiye: “Ez serxweşiyê ji malbatên şêdîdên Pêşmerge û wî serbazê Amerîkî ku îro şehîd bûn dixwazim.”
