RojavaNews: Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S dibêje ku ji partiyên rojava re karê dezgehan pêwîst e.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S û berpirsê ofîsa Pêwendiyên Niştîmanî ya PDK-S li Herêma Kurdistanê Seîd Omer ji rojnameya kurdustan re behsa sedemên serke ji paşketina karên partiyên nava tevegera siyasî ya Kurdî de û her wiha sedemên perçebûnê di nava wan de dike û wiha dibêje" Diyardeya perçebûnê di nava partiyan de bûye nexweşiya serdemê di nava gewdê tevgera kurdî de li Sûriyê ku ev yek fikrê siyasî ji partiyê re xerab dike, berçebûn gellek sedemên wê hene mîna berçbûnên ku ji encama nakokiyên rêxistinî rû didin ji ber ku kutleyek dixwaze ya din bişkîne û her yek dixwaze ku partiyê bi aliyê xwe ve bibe, carnan berçebûn ji wê yekê tê ku kesek di nava partyê de guhdan lê nayê kirin û mafên wî tê xwarin dihêle ku reyakisyonek pê re çê bibe û partiyê perçe bike, lê hin caran nakokiyên hoz û malbatan dihêle ku ev yek bibe."
Omer axaftina xwe li ser vê mijarê wiha berdewam dike":Ne peydabûna nerîneke zelal û her wiha armancên diyar û ne amadebûna proje û pilaneke kar û tekrewiya hin aliyan bi partiyê dihêle ku gellek ji partiyê dûr bikevin, sedema vê dûrbûnê vedgerînim wê yekê ew nebûna dezgehên rasteqîne ji partiyê re yên ku dihêle seytereya aliyekî bi tena xwe li ser partiyê kêm bibe, bi nerîma min hebûna karê dezgehî dihêle ku partî pabendê hin biryarên rêveberî bibe ku di envam de hemû endaman binimîne bêyî tu pirsgirêk ji ber ku dûrî biryarên kesekî bi tena xwe ye yan kêf û mezacê berpirsekî ji nava partiyê, lê her dem şerê van dezgehan ji aliyê hin kesan ve dibe da ku dezgehên gundayetî bi cilên bajarî têkeve şûna wan de ku ji derv eve karekî baş bide xuyakirin lê li hundir û li ser erdê ne wisa ye, bê guman çespandina karê dezgehî di nava tevgera siyasî de wê partiyan dûrî perçebûnê bibe û bingehên serkeftin û berdewamiyê jî dabîn dike."
Serkirdeyê PDK-S behsa pirsgirêkên herî mezin di nava tevgera kurdî li Kurdistana Sûriyê wiha dike û dibêje" kêşeya herî mezin ew e ku serkirdeyên tevgera kurdî di wê baweriyê de ne ku ew tenê dikarin kar û xebatê bikin û ew tenê fikr û karîzmeya siyasî li bal wan heye , ji ber vê yekê biryarê distînin bêyî ku li hevpişkên xwe vegerin yan jî li çend kesên ku nêzîkî xwe vegegerin da ku projeyekî yan ramanekê biqedînin û her dem kesên nêzîk ji wan sûdeyê ji van biryaran werdigrin yên ku ji kutleyekê derdikevin bêyî ku li karekî dezgehî vegerin."
Li gor ku omer dibêje nebûna çanda demokrasiyê bi hinceta ku ew parastina rêxistinê ji xerqa ewlehî dikin dihêle ku ev yek bibe û ji encama vê yekê dektatoriyet tê afirandin û tekrewî jî di biryaran de çê dibe û her dem vê yekê jî bi pêwistiya karê partiyê pesin dikin.
Derbarê ku kî sûdê ji perçebûna partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê dibîne Seîd Omer got"Helebet sûdekerê herî mezin ew e rejîma Esed û her wiha dijminên gelê kurd û ev yek dihêle ku nakokiyeke kurdî-kurdî bê afirandin di dema ku kurd dive di riwê dijminên xwe de rawestin û dihêle ku baweriya milet nema bi tevgera kurdî jî we re û ev yek metirsiyek bi bandor li ser doza kurdî çê dike û ev yek her dem jî dikeve berjewendiyên dijminan de, çare ew ku partiyên kurdî berê xwe bidin karê dezgehan û her yek erkê xwe bi cih bike bêyî ku nakokî û astengî derkevin."
Seîd Omer Ji partiyên rojava re karê dezgehan pêwîst e
01 Çilê paşî 2015
