Cangoriyên Komkujiya Dêrsîmê hatin bibîranîn!

Cangoriyên Komkujiya Dêrsîmê hatin bibîranîn!

12:10:44

 

Rojava news: Cangoriyên Komkujiya Dêrsîmê ya sala 1937-1938an li Zinarên 38an ên gundê Halvoriyê hatin bibîranîn.

Di sala 1938an de piranî jê xizmên Seyîd Riza 480 niştecihên gundê Halvoriyê ji aliyê leşkerên dewleta Tirkiyê ve li vir hatine kuştin û termên wan bi ser zinaran ve avêtine Çemê Muzirê. Ji ber sala komkujiyê, xelkê ev zinaran wekî Zinarên 38an bi nav kiriye.

Lêkolerên ewropî yên ku ji bo 7emîn Konferansa Komkujiya Dêrsîmê hatine bajêr di bîranînê de amade bûn.

Hiqûqnasê Alman, Pisporê Hiqûqa Navnetewî Dr. Norman Paech wiha bersiva pirsa “Ewropaya ku 6 caran li parlamentoyên xwe mazûvanî ji Konferansa Komkujiya Dêrsîmê re kiriye, gelo çima heta niha komkujiyê wekî jenosîd nas nake?” da:

"Di qebûlnekirina Komkujiya Ermeniyan a 1915an de jî jixwe hêz û giraniya dewleta Tirkiyê hûn dibînin. Di warê nasîna Komkujiya Dêrsîmê de jî Tirkiye giraniya xwe datîne ser welatên Ewropayê. Li aliyekî namzeda Yekîtiya Ewrûpayê ye û xwediyê peywendiyên bihêz e, li aliyê din jî endama NATOyê ye. Lewma Ewropa jî NATO jî naxwazin Tirkiyê bixeyîdînin."

Di 4ê Gulana 1937an de bi beşdariya serokomar û serokwezîrê hingê di Civîna Wezîran de dewleta Tirkiyê biryar girt ku li dijî herêma Dêrsîmê komkujî û qirkirineke berfireh pêk bîne. Lewma di her salvegera vê rojê de Kurdistanî bi çalakiyên cor bi cor cangoriyên Qirkirina Dêrsîmê bi bîr tînin. Daxwaza sereke rûbirûbûn û nasîna komkujiyê ye.