2:17:54 PM
RojavaNews: Duh Roja Înê Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, civîna xwe ya normal li ofîsa Partiya Yekîtî li bajarê Qamişlo li darxist.
Endamê Serokatiya ENKS Xelîl Husam ragihand, ku di civînê de hin mijarên serke mîna danûstandinên Cinêv û bûyerên ku li Qamişlo rûdabûn gengeşe kirin , û kiryarên PYDê yên li dijî Serkerdeyên ENKS û Ofîsên wê şermezar kirin.
Husam got ku ENKSê tekezî li ser berdewamiya danûstendinên Cinêvê di riya Nûnerên xwere kir.
Herwiha Husam serbar kir, ku emîndariyê komîtek ji bo helbijartina wezîrekî û cîgirê wî li ser daxwaza Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê destnîşan kir .
