6:42:03 PM
RojavaNews: Dezgeha Pakrewanên Kurdistan Sûriya konfiransa xwe li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi çend xalan derbarê karubarên Pakrewanan û malabatên wan li jêr nave can fîdayî û pakrewanê ji bo welat rûmeteke mezine bi dawî anî, û bênc biriyar ji wî konfiransî encamdan .
Di daxuyanyekê de dezgeha Pakrewanên kurdistan Sûriya raghand ku dezgeha Pakrewanên Kurdistan Sûriya dezgeheke serbixweye û bi destpişxerî û piştevanî û serpereştî ji Partiya Dîmoqrata Kurdistan - Sûriya di 5.5. 2015 de hatiye avakirin, û niha ew dezgeh ji bo komîteyeke hilbjartî ji malbatên Pakrewanan hat radestikrin .
Baregeha sereke ya dezgeha pakrewanan wê li Qamişlo be, û wê şaxên wê li navçeyên din werin vekirin .
Li gorî wê daxuyanîyê ku mercekî serke ji bo wê dezgehê hat danîn piştî ku ji PDKSê hat wergirtin bo malbatên Pakrewanan ku karê wê dezgehê serbixwe ye û bêlayen û bi şefafyeteke temamî be .
