ENKSê girtina endamên xwe ji aliyê asayişê ve şermezar kir

ENKSê girtina endamên xwe ji aliyê asayişê ve şermezar kir

11:57:00

 

Rojava News: Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) di daxuyaniyekê de kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li hemberî miletê kurd şermezar kir.

Hat ragihandin:"Serokê Xwecihiya ENKSê yê Rojhelatê Qamişloyê Şemdîn Nebî ji aliyê Asayişa Rojava ve hate girtin û rastî êşkenceyê hat. Herwiha piştî serbestberdana Nebî jî jê re hat gotin ku careke din li ser rûpelên tora civakî nenivîse û eger binivîse dê were kuştin".

Sekreterya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de, ev kar şermezar kir û bang li hemû rêxistinên pêwendîdar kir û rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li ser PYDê û TEV-DEMê bikin da ku nema kiryarên ji vî rengî li hemberî gelê kurd bike.

Ji aliyekîdin ve sekirdeyên Partiya Demokratiya kurdistanê — Sûriye (PDK-S) jî radigihînin ku bêhtir ji 20 endamên wê hîn di zindanên Asayişa Rojavayê de girtî ne.