3:49:50 PM
RojavaNews: Nuneratiya Ewropa ya Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriyê daxuyaniyek belavkir, û têde bang li Kurdên Ewropa kirbû, ku beşdariyê di kernevala serxibûnê li bajarê Kolnê bikin roja çardê vê mehê, ku di heman demê de û di şazdê gulana ku em têdene rêkefta Sed Saliya rêkeftina Saykis Bîko ye ku Kurdistan kire çar parçe .
Nûneratiya ewropa ya Encûmena Neştîmaniya Kurdî li Sûriyê di daxuyanya xwede got ,ku di bîranîna vê roja reş de wê kernevalek mezin bê li darxistin li bajarê Kolin li Elmaniyayê û wê hunermendên Kurdistanê beşdariyê têde bikin ji bo ku rojek kurdistanî be, ku armanc ji wê kernevalê ew îdane û redkirina wê rêkeftina reş ya ku kurdistan parçekir, û gelê Kurd ji hev dûrkir û herwiha ew rêkeftin berpirse di ber rewşa nexweş ya ku kurd sedsalyeke demê li gel jiyan
Nuneratya encûmena neştîmanya kurdî li Ewropa de wê daxuyaniyê de got, ku di heman demê de wê gelê kurd di wê kernevalê de wê tekeziyê li ser yekîtiya kurdistanê bike û pêwîstiya serxebûna miletê Kurd û daxwaz ji welatên ku beşdarî di rêkeftina Saykis bîko kirine, ku dubare lixwevegerin û ji bo ku kurdistan û gelê kurd vegere yekîtyê
Her di wê daxuyanyê de Nûneratya Ewrupa ya Encûmena neştîmaniya kurdî li Sûriyê bang li gelê kurd li her çar parçê kurdistanê kir ku beşdariyeke ektîv di wê kernevala kurdistanî de bikin, ji bu yekîtiya Kurdan bidin xuyakirin ji bo ew roj roja serxebûna kurdan be, û herwiha ji bo piştevaniya piroja Netewî ya kurdistanî ya ku Serok Mes'ûd Barzanî Serokê herêma kurdistanê kir, li ser dike û rojek hemahengyê be li gel rapersîna ku biryare li herêma kurdistanê çêbibe .
Di dawiya wê daxuyaniyê de Nûneratiya ewrupa ya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê spasiya komîta despêşxeriyê ya bajarê Kolinê yê Elmanyayê kir, û herwiha spasî hemû kesên ku beşdarî kirin, di amadekirina wê kernevala mezin de, û kar li ser serkeftina wê dikin .
