NY: Li Cizîrê 100 sivîlên zindî hatin şewitandin

NY: Li Cizîrê 100 sivîlên zindî hatin şewitandin

11:27:40

 

Rojava News: Netewên Yekbûyî (NY) di raporekê de hêzên ewlekarya Tirkiyê bi binpêkirna mafên mirovan li Bakurê Kurdistanê tuhmetbar kir û dibêje, ku hêzên Tirkiyê çendîn welatiyên sivîl li Bakûrê Kurdistanê kuştine û  bêtir ji sed kesan jî şewitandine.

 

Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan di NY de Zêd Rad el-Husên di daxuyaniyekê de, operesyonên Artêşa Turkiyê li Bakurê Kurdistanê li dijî sivlan û û ragihandina deverên qedexe şermezar kir.

 

El-Husên tekez kir jî, ku divê desthilatên Tirkiyê di operesyonên ewlehiyê û jinavbirina terorê de rêzê li mavên mirovan bigirin û ku yasayên navdewletî binpê nekin.

 

El-husên got jî, di operesyonên artêşa Tirkiyê li Cizîrê, di jêrzemîna 3 avahiyan de bîhtirî 100 kesî zindî hatin şewitandin. Herwiha El-husên daxwaza vekirina lêkolînekê ji Enqerê kir.

 

Li Cizîrê qedexeya derketina derve 79 rojan berdewam kir, di meha Adarê de, ji jêrzemînên 3 avahiyan nêzîkî 200 termî hatin derxistin ku piraniya wan hatibûn şewitandin.

 

El-Hisên diyar kir ku, ji encama operesyonên artêşa Tikiyê û ragihandina derketina derve li Bakurê Kurdistanê, bi hezaran malbat koçber bûne.