Jineke kurd bû serokê parlamentoya Almanyayê!

Jineke kurd bû serokê parlamentoya Almanyayê!

11:39:09

 

Rojava News: Li eyaleta Baden-Wurttemberg ya Elmanyayê yekem car jineke kurd û elewî bû seroka parlamentoyê.

Li eyaleta Baden-Wurttemberg ya Elmanyayê jineke kurd bû seroka parlamentoyê. Jina kurd Muhterem Aras  di dîroka Elmanyayê de yekem kurd, elewî, jin û ji partiya keskan e ku dibe seroka parlamentoyê. Muhterem Aras di partiya keskan de kar û barên darayî pêk tîna û di hilbijartinên eyaletê de bi rêjeya 42.4’an zêdetirîn deng bidest xist.

Muhterem Aras xelka Çewlikê ye û 1978’an bi malbata xwe ve koçî Elmanyayê bû.

Muhterem Aras a ku xwediya du zarokan e di derbarê hilbijartina xwe bo serokatiya parlamentoya eyaleta Baden-Wurttembergê de dibêje ku ev nîşaneya xweşbîniyê ye û wiha diaxive: “Ji bo rûmeta parlamentoyê divê em bi rêzdarî û adîlane tevbigerin û ez ê di vî warî de gelek bi baldar bim.”