12:18:31
Rojava News: Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) ragihand ku çend aliyên çekdar ên Dijberya Sûriyê di êrîşên xwe yên bo ser taxa Kurdan a bajarê Helebê, taxa Şêx Meqsûd de, yasayên navdewletî binpê kirine.
Di raporta xwe ya herî nû de, Amnesty ragihand ku ev demek e taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye û piraniya xelkê wê Kurd in, ji aliyê hêzên Dijbereya Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin.
Herwiha di vê raportê de tê gotin, ku wan hêzên Dijbereya Sûriyê di êrîşên xwe de, çekên giran weke hawin û topên Cehenemê bi kar anîne.
Amnesty herwiha tekez kir, ku çekdarên Dijbereyê di êrişên xwe de cudahiyê naxin navbera sivîl û çekdaran.
Li gora raporta Amnesty di encama êrişên çekdarên bo ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê de bi kêmanî 83 sivîl hatine kuştin ku di nava wan de 30 zarok jî hene.
Amnesty herwiha da xuyakirin, ku li gor yasayên navdewletî çêdibe êrişên çekdarên Dijbereyê bo ser welatiyên Kurd li taxa Şêx Meqsûd têkevin di çarçoveya encamdana tawanên şer de.
