Rojava News: Li bakurê Kurdistanê navçeya Silopiyê teqînek rû da û zarokek canê xwe ji dest da 3 zarok jî birîndar bûn.
Li bajarê Şirnexê navçeya Silopiyê nêzikê Geliya Celalê 4 zarokan perçeyek teqemeniyê dîtin û bi wê re leyîstin. Di encamê de ji nişka ve teqînek rû da û 4 zarok birîndar bûn.
Piştî bûyerê birîndar li nexweşxaneyê hatin vegûhestin lê zarokekî bi navê Enes Erdem ku, rewşa wî giran bû canê xwe ji dest da. Herwiha rewşa zarokekî din jî giran e û li nexweşxaneyê dermankirina wan jî didome. Derbarê teqînê de lêpirsîn hate vekirin.
Li navçeya Silopiyê berî niha nêzikê 3 mehan navbera YPS û arteşa Tirkiyeyê şer û pevçûn derketibûn ji her du aliyan sedan kes canê xwe ji dest dabûn. Li navçeyê niha jî derketina derva ji bo şevan qedexeye.
