Li bajarê Colemêrgê sewqiyata wesayîtên zirxî didome!

Li bajarê Colemêrgê sewqiyata wesayîtên zirxî didome!

12:21:27

 

Rojava News: Li Colemêrgê bajarê Bakûrê Kurdistanê bi 50 wesayîtên zirxî yên leşkerî sewqiyat pêk hat û li ser sînorê navçeya Çelê jî tevgera balafirên şer diqewime.

Li Colemêrgê bi 50 wesayîtên zirxî yên leşkerî ku ji Fermandariya Tugaya Komando derketin danê şevê sewqiyata leşkerî pêk hat. Sewqiyata leşkerî di bin ewlehiyek mezin de ber bi riya Colemêrg û Çelê pêk hat.

Her wiha bi şev li asîmanên navçeya Çelê jî tevgera balafirên şer pêk hat. Balafirên ku li pey hev du rabûn ber bi Metîna û Zapê ve çûn.