Barzanî di roja ji dayikbûna Pêxemberê Islamê de hêviyekê dixwaze

Barzanî di roja ji dayikbûna Pêxemberê Islamê de hêviyekê dixwaze

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe de, ku bi helkefta roja ji dayikbûna Pêxemberê Islamê parve kiriye, wê helkeftê li tevaya milsilmanên cîhan, Iraq û misilimanên Kurdistanê bi taybetî pîroz dike.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de hêvî xwest ku, di roja ji dayikbûna Pêxemberê Islamê de, hemû wateyên rûhî yên bilin ên ola Islamê werin sepandin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe de, ku bi helkefta roja ji dayikbûna Pêxemberê Islamê parve kiriye, wê helkeftê li tevaya milsilmanên cîhan, Iraq û misilimanên Kurdistanê bi taybetî pîroz dike.

 

Barzanî di peymama xwe de hêvî dixwaze ku “Ev helkeft bibe fakterek ji bo sepandina hemû wateyên rûhî yên bilin ên ola pîroz a Islamê, ji dadwerî, lêborîn, pêkvejiyan, ji hev heskirin û rêz li hev girtinê. Rêsewayî jî bo terorîstan û dujimên mirovatiyê bimîne, ên ku bi navê olê hovtirîn kar li dijî mirovatiyê encam didin û hewla têkdana bingehên pîroz ên ola pîroz ya Islamê didin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê peyama xwe wiha bidawî aniye: “Ez hêvî dikim ku ev helkefta pîroz deriyê xêr û xweşiyê bo xelkên Kurdistanê û nacvçeyê veke û dawî bi stem û tundrewî û dagîrkariyê bê, welatê me jî di bextewerî û aramiyê de bijî.”