Y.N.K.S.xelata xwe ya salane da Ehmed Şêx Salih

Y.N.K.S.xelata xwe ya salane da Ehmed Şêx Salih

2:03:46 PM

RojavaNews: Bi bone ya roja zimanê Kurdî,û bi beşdariya cemawerekî ji rewşenbîr û nivîskaran ,îro li navenda Welatê me li bajarê Dêrikê,şaxê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya sêmînarek li ser zimanê kurdî lidarxist,û tê de mamoste Mihemed Emîn S'edûn li ser vê roja pîroz rawesteha û dîrok û rewşa zimanê Kurdî şîrovekir.

Paş re mamoste Ehmed Sofî çend helbestên hilbijartî ji yê helbestvan Ehmed Şêx Salih ji cemaweran re xwendin,Her weha helbestvan û nivîskar Mihemed Ebdê ji dîwana xwe ya bi nave Hestên min hijmarek ji helbestan xwend. 

Di dawî de mamoste Luqman Yûsif,cîgirê seroka Y.N.K.S.ê ,û piştî axaftinekê li ser zimanê kurdî û giringiya wî, xelata Y.N.K.S ya salane(2016)ji bo helbestvanê navdar Ehmed Şêx Salih ragihand, û bi amadebûna çend endamên desteya birêvebir xelat radestî wî kir.Û ji layê xwe ve jî helbestvan Ehmed Şêx Salih sipasiya Y.N.K.S-ê kir û şanazî û serbilindiya xwe bi xelatê da xwyakirin.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

Dêrik 15-5-2016.