12:02:31
Rojava News: PDK-Sê bi daxuyaniyekê kiryarên diktatorî û terorî yê PYDê ku bi ser kadirên siyasî yê layengirê PDK-Sê û xelkê Kurdistana Sûriyê ve bire dibe şermezar kir.
Di daxuyaniya PDK-Sê ku kopiyek bi dest Rojava news ketiye de tê gotin; “Xelkê me ye Kurdistana Sûriyê ji ber çalakiyên çandî û mirovî yê aştiyane rastî şideteke mezin tên, ofîs û runiştgehê wan tene şewitandin, û herweha gelek cîh ji bi êrişê teqînan hatine ji navbirin. Bi teybet jî Kadir û aligirên PDK-Sê ji her ali ve dibin metirsiya êrişên terorî û diktatorî yê PYDê ve dibin metirsiyeke mezin de dijîn.
Herweha li gor heman daxuyaniyê êrîşa Girgê legê ya li gundê Kortbanê bi ser mala kadirek PDK_Sê ku di Şaxê jinan ya bi ser partî ve kar dike bi tundî hatiye şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye ziman; Hêzên bi ser PYDê bi 13 otomobîlan êrîş birine ser mala keça bi navê Hemrîn Remazan, ku bi xwe endamê rêxistina jinan yê şaxê Girgê Legê yê bi ser PDK-Se ye, û bê ku hûrmetê ji nişteciyê malê re bigrin dest avêtine ser hemû dokument û belgeye şexsî û herweha memoriyên mobaylan ku wêne û tiştê şexsî têdene li gel xwe birine. Herweha atmosferekî terorî li ser xelkê malê dane meaşandin da çavtirsandî bikin.
PDK-Sê di daxuyaniyê de bi zimanekî tund ew kiryarên PYDê rexne kirine û gotiye; Ew kiryarên diktatorî û terorî ku bi ser xelkê Kurdistana Sûriyê de tê meşandin bi ti cûrî xizmeta millete Kurd nakê û em tundî wan kiryarên terorî şermezardikin.
Tê zanîn wan deme dawî PYDê bi gelek helmetên leşkeri xelkê Rojavayê Kurdistanê dixê bin fişarê ke mezin û nerazîbûn jî lig elek devera derketiye.
