Şêxmaksûd: komên terorîstî topbarankirin: Zarokek mir 4 kes birîndarbûn!

Şêxmaksûd: komên terorîstî topbarankirin: Zarokek mir 4 kes birîndarbûn!

01:32:02

 

Rojava News: Li taxa Şêxmeksûd ji aliye komên terorîstî ve îşev careke din topbaran hate kirin  û di encamê de zarokekî jiyana xwe jidest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên hatine wergirtin Komên terorî El Nusra û hevşirîkê wê îşev derengî li taxa Şêxmeksûd ya bi ser Helebê bi granî topbarankirin.

Di encama topbaran giran de zaroka bi navê Leyla Seyîd  jiyana xwe jidest da û  dû xuşkên wê yê bi navê Îman Seyîd (12) û Fatima Seyîd (10), li gel 2 kesêdin jî birindarbûn.

Hat zanîn topbaran bi dijwarî didome.