02:18:06
Rojava News: Serkirdeyê navdar di Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) de Aldar Xelîl di daxuyaniyekê de ji kenaka Kurdistan 24 (K24) re, Pêşmergeyên Rojava bi “Çete” binav kirin.
Doh 19 Gulanê Aldar Xelîl di hevpeyvînekê de ligel K24 Pêşmergeyên Rojava bi “Çete” binav kir, vê yekê jî karvedanên tund li nav civata Kurdî dan û xelkê bi tundî ev daxuyaniyên bi vî rengî şermezar kirin.
Li gorî nuçeya Basnewsê; Serkirde di Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê de Elî Muslim gotiye: “Aldar kesekî kîndare û jibo hin aliyên ku dijayetiya Kurdan dikin kar dike.”
Herwiha got: “Ev daxuyaniyên bi vî rengî nehêjane ku mirov li wan vegerîne, Pêşmergeyên Rojava hêzek Kurdî ye, ji xortên Kurd ewên ku ji Artêşa Sûriyê veqetiyabûn pêkhatiye û wek gelek hêzên ku li dervî sînorê welat têne damezirandin, ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hatine rahênana û pirçek kirin û xwedî pirojeyek Kurdistanî zelalin, herwiha nameyek wan ya mirovane û welatparêzî heye ku ew berevaniyê diber herêmên Kurdî de bikin li dijî hêzên rêjîmê û her hêzekê ku bixwaze deverên Kurdî dagîr bike.”
Herwiha navborî got: “Derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bo Rojava bi tenê pirsa demê ye û girêdayî hin mijar û pirsgirêkan e û dibe ku girêdayî danûstendinên Cinêv be jî.”
Derbarê ku Aldar Xelîl dibêje ku, heger Pêşmerge vegerin wê birakujî çêbibe, Muslim got: “PYDê û hêzên xwe gelek tişt û kar kirin wek girtina kesayetiyên welatparêz, qedexekirina çalakiyên sivîl û şewitandina nivîsgehan û gelek tiştên din jibo ku birakujî pêkbê, lêbelê pêknehat û heger PYDê li ser van kiryarên xwe berdewam be dibe ku tiştên xirab li rojava derkevin.”
Pêşmergeyên Rojava xortên Kurdin ji Kurdistana Rojava ne, di destpêka kirîza Sûriyê ji artêşa rêjîmê cudabûn û derbasî Herêma Kurdistanê bûn, li wir hatin perwerde kirin û pirçek kirin, bi mebesta ku deverên Kurdî li Kurdistana Rojava biparêzin, lê jiber nakokiyên siyasî heta niha ew hêz Pêşmerge derbasî Rojava nebûye, lê li rex Pêşmergeên Kurdistanê şerê DAIŞê dikin û çendîn Şehîd jî ji Pêşmergeên Rojav hene.
