Rojava News: Di nav hefteyekê de 2 welatiyên kurd ên Kurdistana Rojhilat, ku li ser sînor kolberî dikirin, ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.
Li gorî agahiyan 18ê Gulanê li devera “Kone Rê” li nêzîkî bajarê Pîranşarê yê Kurdistana Rojhilat, kolberekî kurd ku dixwest derbasî Başûr bibe, ket kemîna pasdarê Îranê û hat kuştin.
Hat gotin ku navî wî kolberê kurd, Ebas Ateşberîk û temenê wî jî 28 sal bûye û xelkê gundê Hemzeawa yê Pîranşarê bûye.
Çend rojan beriya bûyera han li devera sînorî ya Sêro ya Ormiyê jî, kolberekî kurd bi navê Izet Tarmen li ser sînorê Bakûr û Rojhilat hatibû kuştin.
Ji ber bêkarî û belengaziyê, xelkê deverên sînorî neçar dimînin xwe li sînoran bidin lê bi hêceta ku “qaçaxtiyê dikin” ji aliyê hêzên Îran û Tirkiyê ve tên kuştin.
