Teqînek li gundewarê Serê Kaniyê rûda

Teqînek li gundewarê Serê Kaniyê rûda

5:27:34 PM

RojavaNews: Teqînek li gundewarê bajarê serê kaniyê yê rojavayê kurdistanê rûda û ziyanên madî û canî çê bûn .

Serokê xwechya Til Temrê ya Encumena Niştîmaniya kurd li Sûriyê ji Qasim Xelîl da zanîn ku beriya demeke kurt teqînek li gundê Aliya yê ku bîst û pênc kîlomtreyan di keve rojavayî bajarê Til Tmerî û bixwe ser bi bajarê serê kaniyê ve ye rûda , û ew teqîn bi rêya otombîlekê bû , û ta niha çar kes birîndar hatne zanîn, û tu agahyên din sebart pêkanîna teqînê û hejmara qurbaniyan nehatine zanîn .