Rojava News: Xwepêşander daxwaz dikin ku YPJê wan keçên temen biçûk ên tevlî perwerdeye leşkerî kirine, vegerîne ji malbatên wan re.
Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan berdewamin li dijî revandin û çekdarkirina keçên temen biçûk.
Di vê dema dawiyê de, çend keçên di bin 18 salan re ji pêş mal yan dibîstanên xwe hatine revandin, piştire derket ku ew tevlî pewerdeya leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bûne.
Berî niha jî car bi car dihat gotin ku keç yan kur ên bin 18 salî re diyar nemane û tevlî perwedeya leşkerî bûne, lê piştî ku Hemrîn Îdê (16 sal) di 23ê Kanûna 2014an de hat revandin, pêleke nerazîbûnê di nava xelkê de derke, bi taybetî li bajarê Amûdê, ku Hemrîn ji xelkên wê ye.
Malbata Hemrîn û kes û karên wê dibêjin ku, keça wan ji aliyê YPJ ve hatiye revandin. YPJê kî di dîmenek vîdyoyî de Hemrîn derxist ku dibêje ew bi xwestek biryara xwe tevlî rêzên YPJê bûye û temenê wê 18 salî ye. Lê belgehên fermî ji aliyê malbata Hemrîn ve aşkere kirin ku ew ji dayik bûya sala 1999an ye.
Welatiyên Amûdê jî, carek din doh Şemiyê xwepêşandanek li dijî revandina keçên temen biçûk encamdan û xwestin ku ew keç vegerin malên xwe û xwenddina xwe berdewam bikin. Piştî ku di 30 yê Kanûna borî de jî xwepêşandanek bo heman mebestê lidarxistibûn.
Ji bil Hemrîn Îdî, her yek ji Çîmem temen 14 salî û Hizbiya temen 15 salî jî hatine revandin û niha di nava kampên perwerdeya leşkerî ya YPJê de ne.
