ENKS bersiva ragehandinên ne rewa yên sivkatî bi pêşmergên roj dikin da

ENKS bersiva ragehandinên ne rewa yên sivkatî bi pêşmergên roj dikin da

3:55:55 PM

RojavaNews: Emîndarya giştî ya encûmena neştîmanya kurdî li Sûriyê daxuyanyek belav kir û têde bersiva ragehandinên ne rewa yên sivkatî bi pêşmergên roj dikin da.

Di despêka daxuyaniya xwede Emîndarya giştî ya Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriyê got ku gotina pêşmerge gotinek pîroze li ce miletê kurd ji ber ku Pêşmerge canê xwe dike qurbaniya  xak û welatê xwe û Pêşmergên Roj bingehên kurdayetiyê û xebata buha ne û nirxekî bîrozin li cem miletê kurd li kurdistana Sûriyê û hemû xabatakarên wê û Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriyê wek ku nerîneke bilind qurbanî danên pêşmergên qehreman temaşe dike di heman demê de qurbanî danên hemû şervanên kurd ji ciwanên me yên kurd bi bilindî di nirxîne beyî ku temaşey nerînên wî yên Siyasî bike.

Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriyê di dirêjahya daxuyaniya xwede tekezkir ku pêşmergên roj yên ku bawayekî herî baş hatne rahênankrin û xudan rûmeteke bilind û netewî ne û li ser rêbaza barzaniyê nemrin di xebat û qurbanî danê û wefadariyê de ,û ji guman û sivkatiyê û devdirêjiyan bilindtirîn û cihê serblindayê ne ji her kurdekî birûmet rene û tenê dujminên kurd û kurdistanê ji wan di trisn.

ENKSê  herwiha di dawiya daxuyaniya xwede serbar kir ku jêderên êrîşkirinê li ser Leşgerên roj her ewin yê Êrîşî Encûmena Niştîmaniya kurdî û ofîsên wê dikin û nanê milet kontrol dikin û bacan ferz dikin li ser kurdên li Rojavayê kurdistanê, û ew yek belgeye li ser ne serkeftina wan di hemû warên netewî û neştîmanî de, û ejindatê wan yên dijayetiya berjewendiya gelê kurd û tevgera azadî xwaziyê eşkere dike di belavkirina cih vexistinê di rêzên milet û hêzên wî yên netewî de beramber her kesekî ku kar li ser yekîtya rêza kurdan de, û helwêsta wî de dike û qurbaniya dide ji bo vê qonaxa giring ya dîroka miletê kurd di de.