Çekdarên PYD raghankar Hisên Mehmûd Sîno revandin

Çekdarên PYD raghankar Hisên Mehmûd Sîno revandin

4:54:25 PM

RojavaNews: Duh  Roja Şemiyê demjimêr dwazde û nîvê şevê raghankar û karmendê radiyo welat FM û Serpiriştiyarê kovara welat Hisên Mehmûd Sîno ji aliyê girûpeke ru nuxumandî bi ser PYDê ve ku ji çar kesan pêkdihat hat revandin .

Li gor agahiyan ku nav burî ji cihê karê xwe li bajarê Dirbîsyê ku li gel çend biraderên xwe bû dema ew girup bi otomobîleke  reş girtin ser wan û labtob û mubayla wî desteserkirin û çav û destên wî girêdan û ew birin û piştî demekê van rawestiya û Sîno birin otomobîleke dî û birin cihekî vala û çend birsyar jê kirin û piştî sê demjimêran hat vegerandin ku metirsyeke mezin li cem wî û malbata wî encam da .

Sîno ragehand ku ewê girupê pirsyar derbarî çekdarên PYD û YPG jê kirbûn û gef lê kirbûn eger behsa wan bike wê wî bi kujin .

Tê zanîn ku berî niha jî gef li sîno hatbûn kirin li ser rûpela wî ya mîdya komelayetî fîsbook û wêneya wê gefê li cem sîno ye

Sîno ji zayîna 1994 ye ji gundê kurkund ji bajarê Dirbîsiyê ye û xwendkarê zanîngehê ye beşê aburî.