Rojava News Kobani: Li Kobanî, balafirên şer li rojhilatê bajêr li komek çekdarên DAIŞê dan, Pêşmerge bi çekên giran û şervanên Kurd jî bi operasyonan roja DAIŞê reş kirin.
Doh piştî nîvro balafirên şer komek çekdarên DAIŞê ku bi otomobîlê li rojhilatê bajêr diçûn, dan ber bombeyan û imha kirin.
Herweha Çekdarên DAIŞê xwestin otomobîleke bombekirî derbasî nav bajarê Kobanî bikin jib o xwekujiyê lê ji aliyê balafiran ve hat teqandin.
Pêşmergeyan doh danê sibê û piştî nîvro li çeperên DAIŞê yên li Miştenûr û Kaniya Ereban dan, di nav bajêr de jî şervanên Kurd operasyonên berfireh li dijî DAIŞê li dar xistin…
