Çekdarên PYD gundewarên Amûdê û Dêrikê dûrpêç dike

Çekdarên PYD gundewarên Amûdê û Dêrikê dûrpêç dike

8:39:22 AM

RojavaNews: Îro perbanga Siphê çekdarên PYDê êrîşî  gundê Cewheriyê,Kerneko û Til Hebeş li gundewarê bajarê Amûdê kirin, û lêgerîn li malê Welatiyan kirin û bi dihê Ciwanan girtin.

Li gor agahiyên hatine bi destxistin ku hemû riyên ku diçina wan gundan girtin, û lêgerîn li malê Welatiyan kirin,û bi dihê Ciwanan girtin, herwiha çekên sivik yên Welatiyan wek çivteyê nêçîrê birin.

Herwiha çekdarên PYDê gundê  koçerata yê bi ser bajarê Dêrkê ve dûrpêç kirin.

Li gor agahiyan ku çekdarên PYDê gundên Tepkê, Sêgira ,Girzîro û Besta Sûs dûrpêç kirin,û lêgerîn li malê Welatiyan kirin , û bi dehê ciwanan girtin, da ku wan bibin leşkeriya naçar.