300 xortên Rojava tevlî refên Pêşmerge bûn

300 xortên Rojava tevlî refên Pêşmerge bûn

Rojava News: Hat zanîn ku zêdetirî 300 xortên Rojava bûne pêşmerge û dest bi perwerdeya leşkerî kirine.

 

Efserekî berê yê Pêşmerge, ku bi xwe xelkê Rojava ye, ji BasNewsê re ragihand, bi dehan xortên Rojava tevlî refên Pêşmerge bûn û dest bi perwerdeya leşkerî kirin.

 

Wî efserê Pêşmerge, ku niha xanenişîn bûye, da zanîn ku hejmara wan pêşmergeyan zêdetirî 300î ye.

 

Beriya niha dihat gotin ku hejmara pêşmergeyên Rojava li Başûr, nêzîkî 3 hezarî ye lê bi tevlîbûna wan pêşmergeyên nû, hejmara pêşmergeyên Rojava ji 3 hezarî derbas bû.