Girê Spî: Leşkerên Tirk cotkarek nava zeviyên wî de gulebarankirin!

Girê Spî: Leşkerên Tirk cotkarek nava zeviyên wî de gulebarankirin!

Rojava News: Leşkerên Artêşa Tirk welatiyekî ji Girê Spî di nava zeviyên wî de gulebarankirin û kuştin.

Welatiyê bi navê Mehmûd El-Ecac yê ji Girê Spî ku li nava zeviyên xwe yên li nêzî Çemê Celab yê ku 2 kîlometreyan li rojhilatê Girê Spî ye bû, gulebaran kirin. Di encamê de ew bi giranî birîndar bû. Mehmûdê ku birîndar bû rakirina nexweşxaneya niştimanî ya Girê Spî.

Lê belê beriya ku ew bigihêje nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest da.

Mehmûd El-Ecac ji bajarê Girê Spî ye. 35 salî ye,  zewicî ye û bavê 4 zarokan e.