Çekdarên PYD gundê aliyan dûrpêç dike

Çekdarên PYD gundê aliyan dûrpêç dike

5:37:11 PM

RojavaNews: Duh roja Sêşem çekdarên PYD gundên bi ser devera aliyan ve ya bi ser bajarokê Çil Axa ve dûrpêç kir , da Ciwanan bigrin bi buhaneya leşkeriya neçar.

Jêderkî ji RojavaNews re ragihand ku dewriyatên bi ser PYDê ve li ser rêbendên gundê Aliyan belavbûn(Mûse Gewra , Dêrna Axê, Gundikê Şelal) û di encam de me metirsî kete nav welatiyên wê deverê de.

Her li gor wê jêderê ku di haman demê de çekdarên PYD li nav bazara bajarokê Çil Axa belavbûn, û 9 Ciwan girtin ,û ew birin navendên Perwerdehiyê yê li Til Beyder û GirZîro.

Tê zanîn ku berya du rojan çekdarên PYD devera Koçerate û gundewarên Amûdê dûrpêç kirin ,û bi dehê ciwanan girtin.