Barzanî: Ti tişt li pêşiya mafên rewa yên gelê Kurdistanê nabe asteng

Barzanî: Ti tişt li pêşiya mafên rewa yên gelê Kurdistanê nabe asteng

 

11:27:35

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, ti berbest û astengiyek nabê sedema wê yekê ku mafên rewa yên gelê Kurdistanê neyê standin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta 40emîn salvegera “Şoreşa Gulanê” daxuyaniyek da.

Barzanî wiha got: “Şoreşa Gulanê li hemberî  zilm û sîtem û dagîrkeriyê berdewamiya xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû û ew şoreş hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezina Eylûlê û yek ji qonaxên girîng ên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê bû.

Mesûd Barzanî wiha domand: “Peyama Şoreşa Gulanê peyama berdewamî û berxwedan û pêdagiriyê bû li mafê rewayên gelê me û dirêjiya şoreşên dinê gelê Kurdistanê bû. Berhema Şoreşa Gulanê yekrêziya hêz û aliyên gelê me bû ji bo raperîn û federalî û piralî û hilbijartinê û avabûna  dezgehên Herêma Kurdistanê ku her hemû destkeftên giranbihane ku bi xwîna Pêşmerge û qurbanîdana gelê me pêkhatine.”

Kurd nêzîk armaca xwe bûne

Barzanî diyar kir ku niha gelê Kurdistanê ji her demekê zêdetir nêzîk armanca xwe bûye û cîhan bi çavê rêz berê xwe dide  destkeftên gelê Kurdistanê û got:

“Kêmtirîn wefa ji bo qurbanîdan û êşên gelê me û xwîna şehîdan pêkanîna tevahiya mafên diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistane. Eve dûrî li berjewendiya hizbî û bi baweriyekî tevahiya bi mafên gelê me, berpirsiyariya dîrokî û erkeke li ser milê hemû hêz û aliyên siyasiyan.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha tekez li peyama pêkvejiyan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê kir û anî  ziman, ti berbest û astengiyek nabê sedema wê yekê ku mafên rewa yê gelê Kurdistanê neyê standin.