Serokwezîrê Herêma Kurdistan Neçirvan Barzanî serdana li eniya şer bi hêzên Pêşmege re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistan Neçirvan Barzanî serdana li eniya şer bi hêzên Pêşmege re civiya

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li eniya rojavayê Dîcle li devera Sihêla û Zûmarê serdana hêzên Pêşmerge kir û bi fermandeyên wê eniya şer re civiya.

 

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro danê sibê serdana eniya rojavayê Dîcle li devera Sihêla û Zûmarê kir û li ser pêşhat û rewşa dawî ya şerê DAIŞê bi fermandeyên Pêşmerge re civînek li dar xist û guhdarî daxwaziyên wan kir.

 

Serokwezîr Barzanî paşê serdana bajarokê Zûmarê yê Başûrê Kurdistanê kir û li wir bi endam û rayedarên Lêjneya PDKê ya Zûmarê û Komîteya YNKê ya Zûmarê re rûnişt.

 

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên cuda de bi rayedarên her du partiyan re behsa rewşa bajêr, vegera welatiyên bajêr û paşxistina xizmetguzariyan bi taybet kişandina elektirîkê kir.

 

Serokwezîr da zanîn ku dê rayedarên têkildar ji bo çareserkirina arîşe û tengaviyên Zûmarê erkdar bike, ji bo xelkê wir her çi zûtir bikarin vegerin ser mal û warê xwe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha serdana navenda Encumena Neftê ya Nînovayê û Şîrketa Neftê ya Bakur li devera Eyin Zaleyê kir û bi berpirs û rayedarên wan re li ser rewşa deverên, girîngiya parastina wan saziyan civiya.