Li Dersîmê gelek herêm hatin qedexekirin!

Li Dersîmê gelek herêm hatin qedexekirin!

12:24:50

 

Rojava News: Walîtiya Dêrsimê li bejahiya navenda Dêrsimê û navçeyên wê Pilûr û Qisleyê (Kizilkilîsek) 11 herêm ji çûnûhatinê re qedexe kir.

Dêrsim - Walîtiya Dêrsimê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li bejahiya navenda Dêrsimê û qezayên wê Pilûr û Qisleyê (Kizilkilîsek) 11 herêm bi qasî 15 rojan ji çûnûhatine re qedexe kir. Qedexeya ku ji 26ê Gulanê dest pê dike dê heta 9ê Pûşpera 2016an berdewam bike.

Şeva 13ê Gulanê endamên PKKê li ser rêya Dêrsim-Erzinganê 2 wesayîtên barhilgir şewitandibûn. Dotira rojê wate 14ê Gulanê Parêzgariya Dêrsimê ev rêgeha ji çûnûhatina kamyon û wesayîtên barhilgir re qedexe kiribû.

Walîtiya Dêrsimê di daxuyaniya xwe ya îro de têkildarê rêgeha Dêrsîm-Erzinganê welatî hişyar kiriye û daxwaz kiriye ku li derdora rê wesayîtên xwe ranewestînin û nêzî rê dernekevin seyranê.

Ji aliyê din ji 1ê Adara 2015an ve qedexekirina 11 deveran jî heta 1ê Îlonê 2016an berdewam dike. Niha li tevahiya Dêrsîmê 22 herêm qedexekirî ne.