Jiyana 200 keçên êzidî di xetreyê de ye!

Jiyana 200 keçên êzidî di xetreyê de ye!

12:28:18

 

Rojava News: Bûroya Kesên Hatine Revandin ya Kurdistanê Nûnertiya Duhokê, daxuyand ku jiyana 200 keçên êzidî yên li Felluceyê yên di destên DAIŞê de di xetereyê de ye û divê bi lez bêne rizgarkirin.

Terorîstên DAIŞê di  Tebaxa sala 2014an de gelek keçen êzidî revandin. Heta niha hinek ji wan hatibin rizgarkirin jî hêj bi sedan kes di destên terorîstan de hêsîrin. Li gelek herêmên di destên DAIŞê de bi sedan keç hêj hêsîrin. Ji wan herêman yek jî herêma Felluceyê ye.

Artêşa Iraqê rojên borî operasyona rizgarkirina Felluceyê da dest pê kirin. Li ser vê yekê  Bûroya Kesên Hatine Revandin ya Kurdistanê Nûnertiya Duhokê diyar kir ku divê artêş di dema operasyonan de baldar be. Lewra li wê herêmê bi qasî 200 keçên êzidî di destê terorîstan de ye.

 

Rayedarê Bûroya Kesên Hatine Revandin ya Kurdistanê Nûnertiya Duhokê, Hisên Koru di axaftina xwe ya Basnewsê de diyar kir ku, wan derhqê keçên êzidî de agahî daye Artêşa Iraqê û Heşdî Şabiyê. Hisên Koru diyar kir ku wan artêşê ji bo keçên êzidî ti zararê nebinin û dema operasyonan bêne parastin hişyar kirine.