Asayişa PYDê 3 xortê din bi zorê revandin!

Asayişa PYDê 3 xortê din bi zorê revandin!

12:56:18

 

Rojava News: Doh roja çarşemmê hêzên Asayişa bi ser  PYDê  avêtin  Basûtê û çend gundên din 3 xort bi sedema leşkeriya neçar  desteserkirin.

Dohi hêzên asayişa PYDê gundê Basûtê yê bi ser bajarê Afrînê dorbeçkirin û piştî kontroleke ne asayî 3 xortê ji heman gundî desteserkirin.

Li gor zanyariyên gihane destê Rojava News; Her 3ê xortê ku desteserkirine  bê ku riza wan û malbata wan bê girtin ji bo wargehê leşkerî  hatine hinartin.

Herweha li nêzîki gundê Basûtê çend gundê din jî bi vî cûrî rastî dorpêça leşkeriya neçar mane, û ew yek jî  buye sedem ku xelkê deverê ne razîbûnekê nîşanbidin.

3 xortê ku bi sedema leşkeriya neçar bi zorê hatine birin yê bi navê  Berzani muhamed, Rêwan Abdo û Mesûd Omerin.

Ta niha jî malbatê wan 3ê kesan di derbarê zarokê xwe de tû agahî wernegirtine.

Hêzên bi ser PYDê bi şewayekî periyodîk gunda dorpeç dikê û bê xwebexşiya wan kesan bi zorê xorta ji bo leşkeriya neçar vedûgihêzî leşkergehan.