09:34:55
Rojava News: Ji ber pevçûnên di navbera DAIŞê û Artêşa Azad a Sûriyayê, bi hezaran sivîl ji herêma Ezazê reviyan û xwe dispêrin bajarê Efrînê.
Ji doh danê sibehê ve terorîstê DAIŞê li gundên rojhilatê bajarê Ezazê 12 gund û gelek kampên koçberan xistin bin kontrola xwe û 500 metreyan nêzî bajêr bûn.
Ji ber pevçûnên ku li herêmê di navbera DAIŞê û Artêşa Azad a Sûriyayê de rû didin, bi hezaran sivîl ji herêma Ezazê reviyan û berê xwe didin Efrînê.
Li gorî hin zanyariyan hejmara sivîlên ku ji Ezazê di nava 3 rojan de gihiştine Efrînê nêzî 6 hezaran kesi ye.
