Rêjîmê bi bermîlên teqîner taxên Helebê topbaran dike

Rêjîmê bi bermîlên teqîner taxên Helebê topbaran dike

2:27:48 PM

RojavaNews: Balafirên şer ên rêjîma Sûriyê îro Şemiyê hejmarek ji taxên bajarê Helebê bi êrîşên asîmanî armanc kirin.

Li gorî hin çalakvanan ji Heleagahiyên hatine bi destxistin, balafirên rêjîmê bi bêhtirî 22 bermîlên teqîner taxên Hiluk, Biêdîn, Bistan Başa, Heyderiyê û rêya Babê armanc kirin, di encamê de 6 sivîl hatin kuştin û bi dehan ji wan birîndar bûn.

Her li gor wan agahiyan  ku, hêzên rêjîmê bi top û mûşekan taxên Hiluk û Inzarat topbarandin, hevdem bi êrîşên asîmanî li ser heman deveran û li ser bajarokên Hirêtan, Kifer Hemra û rêya Kastîlo û 3 kuştî ligel hejmarek ji birîndaran di nava refên sivîlan de li pey xwe hiştin.